Yekîtiya ewropayê navên 17 wezîrên Esed danî li ser lîsteya cezayên xwe.

Yekîtiya ewropayê navên 17 wezîrên Esed danî li ser lîsteya cezayên xwe.

11:04:56

 

 

Rojava News: Yekîtiya Ewropayê roja îro duşemê navên 17 wezîrên Sûrî di hikûmeta rejîmê de, û herweha serokê banka navendî danîn li ser lîsteya kesên hatina wan qedexeye bo welatên wê, û hesabên wan bankên ewropayê sekinandin.

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de diyar kir: "encûmenê 17 wezîr û serokê banka navendî li lîsteya cezayên yekîtiya ewripayê zêde kirin, ji ber zordariya ku li ser xelkên sûrî dikin."

Herweha di daxuyaniyê de hat ku hejmara berpirsên di hikûmeta rejîma Sûriya de û yên ketine lîsteya cezayan de giha 234 kesan."

Daxuyaniya yekîtiya ewropayê herweha diyar kir ku li ser lîsteya saziyên hesabên wan sekinî 69 sazî hene, û qedexeya li ser wan tê di mijarê petrol, û hin veberhêneriyan, û herweha sekinandina hasabên banka navendî ya sûrî di welatên yekîtiyê de, û herweha qedexekirin dighê malanîna alavên ku pê internet û telefon tên berçavkirin, û dema qedexekirinê fireh kirin ji 27 gulanê 2016an ta 1 pûşberê 2017an."