3:22:21 PM
RojavaNews: Roketên jêder nenas li ser kampa Kefir Hûm ketin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl birîndar bûn.
Di çarçoveyê de, Balafirên Rêjîmê yên şer taxên bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn.
Di heman demê de, Helîkopterên Rêjîmê bermîlên teqîner li ser gundê Kinda û Xesaniya li gundewarê bajarê Cisir El-Şixûr avêtin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîdar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Li aliyek din, Hêzên Rêjîmê bi topên giran derdora bajarokê Temanea li gundeware Idlib topbaran kirin, û malên welatiyan wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
