13:08:32
Rojava News: Serokê rejîma Sûriyê radigehîne ku bi mercekê ew dibin hevpeymanê serokê nû yê Amerîkayê.
Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad, di hevpeyvînekî li gel televîzyona Portekîzê de, ku duh 15.11.2016ê hate belav kirin de, derbarê helbijartina serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump de helwêstê xwe ragehand.
Beşar Esad ragehand, Eger Donald Trump dijatiya terorê bike û şerê dijî rêxistina terorîst bike, wê demê bi awayekî xwezayî wê bibe hevpeymanê Sûriyê, Îran û Rûsyayê.
Serokê rejîma Sûriyê bi gumane ku serokê nû yê Amerîkayê bikare şerê grubên terorîst bike, ji ber ragehandin û hêzên dijî wî yên li Amerîkayê gumanên xwe anîn ziman.
Ji destpêka helmeta helbijartinê de heta naha Donald Trump ragehand ku, ew di şer ê dijî terorê de wê berdewam be û dê dijî rêxistina tund a DAIŞê şer bike. Lê Beşar Esad jî li hember vê yekê diyar kir: ‘’Hîn em bi gumanin ku Trump sozên xwe wê bikare bi cîhbîne yan na?’’
