13:25:58
Rojava News: Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku hevpeymaniya di navbera YPG û Amerîkayê de ne yasayî ye û nayê qebûlkirin.
Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekî de li gel kanala RTP ya Potûgalî bersiva pirsên derbarê hilbijartinên Amerîkayê da û got: “Hê zû ye ku em bizanin ka dê Trump çi bike. Lê eger soza xwe ya derbarê Sûriyê û şerê li dijî terorîstan pêk bîne, weke Rûsya, Îran û çendîn welatên din, dibe hevpeymanê me.”
Esed diyar kir ku dê guvaşa lobiyên Amerîkayê li ser serokê nû hebe û herwiha got: Piraniya medya Amerîkayê jî li dijî Trump in û dê ev yek bandore li biryarên wî bike.”
Derbarê hemahengiya di navbera Amerîka û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de jî Beşar Esed wiha axivî:
“Hevpeymanî di navbera du welatan de dibe. Ne ku di navbera welatekî biyanî û grubekî de. Ji ber vê yekê jî hevpeymaniya wan ne yasayî ye û ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.”
Li ser mijara Helebê û kuştina xelkê sivîl jî Serokê Sûriyî daxuyand, “Ev 3 sal in terorîstan aliyê rojhilatê Helebê dagir kirine. Xelkê sivîl jib o parastina xwe bikartînin. Ew komên çekdar rê nadin alîkariya mirovî bigihe xelkê sivîl.”
Beşar Esed rexneyên giran li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî kir û ew weke nexweş binav kir. Esed got, “Erdogan kesekî nexweş e û kontrolkirina wî zehmet bûye. Ew di serdema desthilata Osmaniyan de dijî. Tirkiyê bêyî razîbûna me axa Sûriyê derbas kiriye û ev jî dagirkerî ye. Kurd şerê DAIŞê dikin lê Tirkiye bombebarana navçeyên wan dike.”
Ji sala 2011ê ve li Sûriyê, piştî destpêkirina xwepêşandanên li dijî desthilatê, şerê navxweyî heye. Di van 5 salan de li vî welatî nêzîkî 500 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 10 milyon kesan jî koçber bûne.”
Beşar Esed diyar dike ku bi tevî alîkariya welatên biyanî ya jib o komên çekdar, Artêşa Sûriyê di şer de serkeftî bûye.
