Balafirên Rûsî gundewarê Helebê topbaran kirin

Balafirên Rûsî gundewarê Helebê topbaran kirin

4:00:29 PM

RojavaNews: Balafirên Rûsî yên şer taxên  gundê Kefîr li gundewarê Cisir Şixûr başûrê Idlib topbaran kirin, û di encamê de zarokek hat kuştin û Heft birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.

Herweha, Balafirên şer bi rokatên valahî û bombeyên goşeyî taxên bajarê Cisir Şixûr û Xan Şêxûn li gundewarê Idlib, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, Birnînên hin ji wan dijwar bûn.

Di çarçoveyê de, Balafirên Rûsî yên şer taxên bajarê Arîha li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin, û bi dehan welatî birîndar bûn, di nav wan jin û zarok hebûn.

Li aliyek din, Helîkopterên Rêjîmê bermîlên teqîner li ser gundê Sincar li gundewarê Idlib avêtin, û di encamê de malên welatiyên sivîl wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.