22:45:02
Rojava News: bajarê Helebê yê Sûriyê, di encam şer û êrişên asmanî de herî kêm 40 sivîl hatin kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Ev du roj in şerekî giran li hin taxên bajarê Helebê di navbera hêzên opozîsyonê û rêjîma Sûriyê de diqewime.
Li gorî ajansa Anadolu ya Tirkiyê, di heyama çend saetên borî de herî kêm 40 sivîl hatine kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Hat gotin ku di şerê çekdarên opozîsyonê û rêjîma Sûriyê de jî bi dehan çekdar û serbaz hatine kuştin.
