12:07:19
Rojava News: Balafirên Rûsî û Rêjîmê yên şer bajar û bajarokê gundewarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyên sivîl wêran bûn.
Herweha, Balafirên Rûsî yên şer bi bombeyên goşeyî taxên bajarê Cisir El-Şixûr li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin, di dema ku balafiran gudnê Mustefa başûrê bajarê Mearet El-Numan topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn.
Li aliyek din, Balafirên Rêjîmê bi bombeyên goşeyî derdora bajarê Xan Şêxûn û derdora gundê Rekeya û bajarokê Neqîr li gundewarê Idlib topbaran kirin.
De heman demê de, Balafirên Rûsî derdora rojavayê bajarê Idlib topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
