10:57:56
Rojava News: Li gor malperên ser bi sipaha pasdarên Îranê belav kirine, pênc kes ji endamên sipaha pasdaran di şer û pevçûnên derdora Helebê de, endamên sipaha pasdarên ên bi navê Dildar Elîşa, Şîrman, Leyaqet Husên, Muntezîr Husên û Mosêreg Husên hatine kuştin.
Li gor zanyariyên malpera fars, ew pênc kesane bi rêgez Pakîstanî ne. Herwaha çend roj berî naha jî televîzyona opozîsyona Sûriyê di raportekê de belav kir, opozîsyona Sûriyê li cîhekî bi navê Çahye Asd, ku dikeve rojavayê bajarê Helebê, bi mûşekê rojê milîsên Îranê dane û di encamê de dehan kes hatine kuştin.
Di meha borî de 320 kes ji endamên sipaha pasdaran li Sûriyê hatibûn kuştin û şeş salên borî de jî bi giştî 3 hezar çekdarên sipaha pasdaran li Sûriyê hatine kuştin.
