Rêjîma Sûrî taxa Weir topbaran kir

Rêjîma Sûrî taxa Weir topbaran kir

12:32:55

 

Rojava News: Hêzên Rêjîma Sûrî bi tundî bi topên tankan û topên giran taxa Weir ya dorpêçkirî topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin.

Herweha Hêzên Rêjîmê bi avêjokên hawin silînderên teqîner li ser taxa Weir avêtin, û di encamê de ziyanên madî hebûn, bê ku agahî deberê qurbaniyan bên.

Di heman mijarî de, hêzên Rêjîmê bi avêjerên roketan taxên bajarê Hûlê topbaran kirin, û di encamê de hejamrek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar ketin.

Di berdewamiya şer de, balafirên şer bi roketên valahî gundê Izedîn bakurê bajarê Humsê topbaran kirin, Çar welatiyên sivîl birîndar ketin.