Fîdîrîka mogirînî : Me hevdîtin li gel serkirdeyên opozsyona Sûriyê li Îmarata Erebî kirin

Fîdîrîka mogirînî : Me hevdîtin li gel serkirdeyên opozsyona Sûriyê li Îmarata Erebî kirin

4:41:16 PM

RojavaNews: Nûnera bilind ya ewlehî û siyaseta derve ya yekîtya ewrupa Fîdîrîka mogirînî got ku, wê hevdîtin li gel serkirdeyên opozsyona Sûriyê li Îmarata Erebî kirine roja înê û, kirîza Sûriyê li gel wan gengeşekirine .

 Ew yek di daxuyanyekê de hat ku ji aliyê ofîsa pêwendiyên derve û yekîtya ewrupa derketbû, û got ku ew berpirsa ewrupî seredana îmaratê dike ji bo beşdariyê di dîdargehe ramanan de bike .

Li gor wê daxuyanyê ku mogrînî li gel cîgrê hevrêzkarê giştî yê desteya danustandnan ya bilind ya opozsyona Sûriyê Yehya Qedmanî û serokê hevpemîmaniyê ya hêzê şoreş û opozisyonê Enes El'ebde û hevrêzkarê giştî yê desteya hevrêziya Niştîmanî ya opozsyonê Hesen Ebdalezîm re civiya bû jibo gengeşekirina pêşhatên kirîza Sûriyê yên dawî .