1:48:50 PM
RojavaNews: Şêwirmenda Asayişa Netewî ya Amerîkayê hişyariyê dide Mosko û Şamê derbarê bombebarankirina wan ji Helebê re.
Şêwirmenda Asayişa Netewî ya Amerîkayê Suzan Rise di daxuyaniyekê de armanckirina nexweşxane û navendên tenduristiyê bi tundî şermezar kir û, hişyarî da Rûsya û rêjîma Sûriyê ji encamên wan kiryaran û got, ti hincet nîn in ku ew navend bêne bombebarankirin.
Di daxuyaniya Rise de hatiye jî, ku rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê bi taybet Rûsya di ber van kiryaran de berpiris in û , daxwaza rawestandina operasyonan û asankirina derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Helebê kir.
Şeva bûrî rêveberiya tenduristiyê ya Helebê raghandibû, ku tevahiya nexweşxaneyên rojhlatê Helebê ji kar ketine ji encama armanckirina wan ji aliyê firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyê ve.
