11:49:57
Rojava News: Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim ragihand, Hêzên Sûriya Demokratîk nikarin bajarê Reqayê ji destê DAIŞê derxînin û kontrol bikin. El-Muelim herwiha got, Amerîka HSDê (ku YPG pêşengiya wê dike) bo dorpêçkirina Reqayê bi kar tîne û piştre jî bi Tirkiyê re li ser pêşeroja Reqayê bazaran dike.
Di konferanseke rojnamevanî de wezîrê derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim got Hêzên Sûriya Demokratîk ti caran nikarin bajarê Reqayê, ku paytexta DAIŞê li Sûriyê ye, kontrol bikin.
El-Muelim li Şamê rexneyên tund li Amerîkayê kirin û ragihand ku Amerîka, HSDê ji bo dorpêçkirina Reqayê bi kar tîne û ligel Tirkiyê jî pêşeroja Reqayê gotûbêj dike.
Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha eşkere kir, ku hêzên Tirkiyê beşek ji axa Sûriyê dagîr kirine û ew ti caran hêzeke biyanî li ser axa Sûriyê qebûl nakin
Li aliyê din El-Muelimda xuyakirin, şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura ji wî re gotiye, ku ew pêşniyar dikin li rojhilatê Helebê rêveberiyeke taybet ava bikin, wan jî ev daxwaz red kiriye.
Wezîrê Derve yê Sûriyê destnîşan kir, ku ew ti caran 275 hezar xelkê xwe nakin qurbanê 6-7 hezar çekdaran û dest ji Helebê bernadin.
Wî berpirsê siyaseta derve ya Sûriyê li ser mijarê wiha got:
“Ew nayê qebûlkirin û nabe em pişta xwe li nêzîkî 275 hezar kes ji xelkê xwe bikin, ku ew weke êxsîran di bin destê 6-7 hezar çekdaran de bijîn. Ti hikûmetek nine ku wê yekê qebûl bike.”
