3 Leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

3 Leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

12:03:32

 

Rojava News: Li herêma Babê leşkerên Tirkiyê rastî êrişê hatin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.

Di roja 93emîn a operasyona Mertala Firatê ku bi beşdariya artêşa Tirkiyê û hêzên Artêşa Sûriya Azad li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê birêve diçe de leşkerên bi ser Hêza Çekdarî ya Tirk ve li herêma Babê rastî êrişê hatin.

Di encama êrişê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 7 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê veguhestin nexweşxaneyên herdu bajarên Bakurê Kurdistanê Dîlok û Kilîsê.

Hejayê gotinê ye ku Operasyona Mertalê Firatê bi serpreştiya Hêza Çekdar a Tirk û bi Artêşa Sûriya Azad birêve diçe. Her du artêşan piştî kontrolkirina navçeya Cerablusê berê xwe dabûn herêma El Babê.