Dêrazorê: Balafirên Rêjîmê gundê Merat topbaran kirin!

Dêrazorê: Balafirên Rêjîmê gundê Merat topbaran kirin!

12:24:54

 

Rojava News: Balafirên Rêjîmê yên şer gundê Merat li gundewarê Dêrazorê yê rojhelat topbaran kirin, û di encamê de Çar kesên sivîl hatin kuştin, û hejmarek birîndar bûn.

Li gor zanyariyan;  Balafiran êrîşî taxên û avahiyên welatiyan kir, û Çar kesên ji malbetekî hatin kuştin, û bi dehan bîrndar bûn, Birnînên hin ji wan dijwar bûn.

Di çarçoveyê de, Pevçûnên giran di navbera Hêzên Rêjîmê û Daiş de li derdora foca 137 li ser riya Dêrazorê_Şamê û li derdora taxa Sinea di bajar de rûdan.

Li aliyek din, Pevçûnên giran di navbera Hêzên Rêjîmê de li derdora balafirxana Dêrazorê ya leşkerî û gundê Cefra rûdan, di dema ku Balafirên Rejîmê devera topbaran kirin.