El Bab: Dijbereya Sûrî li Kefîra pêşdikevê!

El Bab: Dijbereya Sûrî li Kefîra pêşdikevê!

12:29:09

 

Rojava News: Hêzên  Dijbereya Sûrî roja Çarşemê êrîşek çekdarên DAİŞê li ser gundê Kefîra li bakurê bajarê Babê şikand, li gorî odeya operesyonên Hewar Kilis.

Herweha şer û pevçûn di nav Dijbereya û çekdarên DAİŞê de li eniya şerê gund rûdan, û Rikberiyê otombîleke DAİŞê bombekirî teqand, û hemarek çekdarên Rêxistinê kuştin.

Di heman mijarî de, şer û pevçûn di nav Hêzên rikberiyê û Hêzên Sûriya demoqratîk de rûdan, û di encamê de Dijbereya gundê Birîşa li gundewarê bajarê babe yê rojhelat kontirol kirin.

Herweha Hêzên Dijbereya Sûrî gundê Cib El-Dem jî di encama pevçûnên ligel Hêzên Sûriya demoqratîk de kontirol kirin.