Balafirên Rêjîmê gundewarê Idlib topbaran kirin!

Balafirên Rêjîmê gundewarê Idlib topbaran kirin!

12:36:25

 

Rojava News: Balafirên Rêjîmê yên şer gundê Kefe Secnê li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, di nav wan jin û zarok hebûn.

Herweha, Balafiran bi roketên valahî dibistanak li gund topbaran kirin,û di encamê de malên welatiyan wêran bûn, û hejmarek birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.

Di heman demê de, balafirên Rêjîmê bi roketên valahî taxên bajarokê Mear Şmarîn li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin, û zarokek birîndar bû, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn.

Di çarçoveyê de, Balafirên şer taxên rojhelatê bajarê Xan Şêxûn bi bombeyên goşeyî topbaran kirin.