09:51:22
Rojava News: Derbarê penaberên ku di çarçoveya 'Peymana Bişûnde şandinê' ya di navbera Tirkiyê û YEyê hate îmzekirin de hatine wergirtin û bi şûn de hatine şandin de zanyariyên balkêş derketin holê ku di 1ê Hezîrana 2016an de kete meriyetê.
Ji bo penaberan ku zêdetirê wan ji Sûriyê ne di ser Tirkiyê re, bi rêyên dijyasayî neçin welatên YEyê, ‘Peymana Bişûn de şandinê' hatibû imzekirin.
Di çarçoveya peymanê de, penaberên di ser Tirkiyê re bi rêyên dijyasayî diçin welatên Ewropayê wê bi şûn de bên şandin û li şûna her penaberekî ku bi şûn de hatine şandin de wê penaberekî ji Sûriyeyê li welatên YEyê bên bicîkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, ji roja ku peyman ketiye meriyetê û heta niha, ji giravên Yewnanîstanê 721 penaber şandine Tirkiyê. 82 penaberên ku hatine şandin ji Sûriyê, 354 jê ji Pakistanê, 72 jê ji Efxanistanê û 213 jî ji welatên cuda ne. Penaberên ku hatin şandin li Tirkiyê di Navendên Bişûnde Qebûlkirinê de yên Midûriyeta Giştî ya Birêvebiriya Koçberiyê hatin bicîkirin. Piştî peymanê 2 hezar û 330 sûriyeyî şandin welatên YEyê. Sûriyeyiyê ku ji Tirkiyê hatin şandin herî zêde (973 kes) li Almanyayê hatin bicîkirin. Dîsa 401 kes jî şandin Fransayê.
