10:13:42
Rojava News: Di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de di êrîşa li hemberî Artêşa Tirk de leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 3 leşker jî birîndar bû.
DAIŞê di dema operasyona Artêşa Tirk de êrîş bir ser Artêşa Tirk û di encama wê êrîşê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 3 leşker jî birîndar bû.
2 leşkerên ji wan leşkerên birîndar di ser Deriyê Sînor ê Oncupinarê re ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatin şandin.
Cenazeyê leşkerê jiyana xwe ji dest da û leşkerê birîndar ê din bi helîkoptera leşkerî şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîlokê.
