12:18:55
Rojava News: DAIŞê bi armanca berevaniya wî bajarî 200 çekdarên xwe ji Iraqê veguheztin bajarê Reqayê.
Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de, ragehand ku, DAIŞê 200 çekdarên xwe ji Iraqê veguheztine bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê.
Rewangehê da zanîn ku, ketîbeyek ji wan çekdaran ber bi bajarokê Babê li gundewarên Helebê ve çûne, herwiha aşkere kir ku, ew çekdar bi erkê mayînkirina bajarê Reqayê hatine hatine veguheztin.
Di 6ê vê mehê de Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) operasyona rizgarkirina Reqayê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ragehandibû.
