Rêjîma Sûrî bermîlên teqîner bi ser gundewarê Şamê de avêtin

Rêjîma Sûrî bermîlên teqîner bi ser gundewarê Şamê de avêtin

12:46:35

 

Rojava News: Şer û pevçûn di nav dijbereya Sûrî û Hêzên Rêjîmê de li eniya şerê Tel ya gundewarê Şamê nû bûn, piştî hewldanek Rêjîmê da ku derbasî deverê bibe.

Herweha balafiren Rêjîmê bemrîlên teqîner li ser taxên bajêr avêtin, di dema ku Rêjîmê bi topan bajêr armenc kir, û di encamê de ziyanên madî hebûn.

Li aliyeke din agahî derbarê rêkeftinekê di nav dijbereyê û Rêjîmê de li bajarokê Tel derketin, ku di encamê de dive çekdarên dijbereya ji bajêr derkevin.   

Li aliyeke din şer û pevçûn di nav dijbereya sûrî û Hêzên Rêjîmê de li eniya şerê Meydanî ya Xûta rojhelat rûdan.