Efserên Beesî yên di nav DAIŞê derdora Reqayê bombe dikin

Efserên Beesî yên di nav DAIŞê derdora Reqayê bombe dikin

13:05:01

 

Rojava New: Efserên Beesî yên rêxistina tund a DAIŞê derdora bajare Reqayê ya bakûrê rojhilatê Sûriyê bombe dikin.

Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragehand, ku DAIŞê biryara veguhestina 200 çekdaran ji Mûsilê bo Reqayê daye, ku piraniya wan berê efser û fermandarên partiya Bees a Iraqê bûne.

Ew efser û fermandarên leşkerî yên Beesî, ku piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve bîat bi xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî anîn, erkê wan bombe danîn û mayîn kirina derdora bajarê Reqayê ye, ku DAIŞ Reqayê wek paytexta rêxistinê destnîşan kiriye.