Rêjîmê êrîşên xwe li ser bajarê El-Tel berdewam Dike

Rêjîmê êrîşên xwe li ser bajarê El-Tel berdewam Dike

4:07:11 PM

RojavaNews: Firokên Rêjîma Esed êrîşên xwe li ser bajarê El-Tel li gundewarê Şamê berdewam dikin, çend bermîlên teqîner bi ser taxên niştecihan de berdane û li gora nûçeyan Jêdera Kehrebê ya bingehîn amanc kirine.

Hêzên Rêjîmê çarşembê operasiyona xwe ya leşkerî bihêztir kiriye, piştî aramiyeke rêjeyî ko du sal çêbûne. Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de doh belav kir, dibîne ku ev destpêkeke ji koçkirin û kuştineke bêtir e, û “bêdengiya navdewletî di derbarê jiyana rojane ya Sûriyê ” pirotesto kir.

Jêdera elektrîkê ya ko li “Wadî Mûsa” ye, elektrîkê dide bajarê El-Tel, Mereba, bajarokê Herne, Eldirêc û Dahiya Elbas li gundewarê Şamê, lewra elektrîk ji ser wan hate birrîn, li gora ko acansa “Simart” ragihandiye.