Rojava News: Wezareta Parastinê ya Amerîkayê biryar da yekemîn grûpa leşkerên xwe yên ku wê hêzên lîberal ên dijbereya Sûriyê perwerde bikin, bişîne Rojhilata Navîn. Herwiha ragihand ku niha nêzîkî % 70ê ji bajarê Kobanê di destê hêzên kurdî de ye.
Li gor daxuyaniyeke Pentagonê, Wezîrê Parastinê yê Amarîkayê Chuck Hagel ferman daye ku nêzîkî 100 leşkerên amerîkî di nava çend rojên bê de biçin Rojhilata Navîn ji bo ku li wir navendên perwerdekirina hêzên lîbral ên dijbereya Sûriyê amade bikin.
Berdevkê Pentagonê John Kirby diyar kir ku ew leşker piraniya wan ji hêzên taybet in û di çend heftiyên bê de wê grûpên din ên leşkerên Amerîka ji bo heman armancê li Rojhilata Navîn bi cîh bibin.
Derbarê şerê li bajarê Kobanî de, John Kirby got: "Niha nêzîkî % 70ê ji Kobanî di destê hêzên kurdî de ye, ev yek jî piştî ku berî çend mehan ew bajêr li ber ketinê bû."
Hêzên lîbral ên dijbereya Sûriyê ku şerê rêxistina DAIŞê dikin wê li Tirkiyeyê, Erebistana Siûdî, Urdin û Qeterê bên perwerdekirin.
