00:26:33
Rojava News: Li bajarê Helebê yê Sûriyê, herî kêm 25 sivîl di şerê navbera hêzên rêjîmê û opozîsyonê de hatin kuştin.
Şerekî giran li bajarê Helebê di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de didome.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Sûriyê îro bi tundî li tax û deverên di bin destê çekdarên opozîsyonê de dan.
Hat gotin ku di encama wê êrişê de herî kêm 15 sivîl hatin kuştin, gelek sivîl jî birîndar bûn.
Çekdarên opozîsyonê jî taxên di destê hêzên rêjîmê de dan ber topan, di encama wê êrişê de jî herî kêm 10 sivîl hatin kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûn.
