Amerîka: Minbic a hêlîna terorîstan hat rizgarkirin û Tirkiyê rêbertiyeke serkeftî kir

Amerîka: Minbic a hêlîna terorîstan hat rizgarkirin û Tirkiyê rêbertiyeke serkeftî kir

12:23:41

 

Rojava News: Nûnerê taybet ê Amerîkayê yê dijî DAIŞê Brett McGurk li ser operasyonan ragihand, 'Minbic a hêlîna terorîstan hatiye rizgarkirin û Tirkiyê jî rêbertiya operasyoneke serkeftî kiriye.'

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama yê Têkoşîna Dijî DAIŞê Brett McGurk diyar kir, Minbic a hêlîna terorê bi hevkariya hevpeymana dijî DAIŞê çend meh berê hatiye rizgarkirin û Tirkiye jî ji bo paqijkirina 98 kîlometran ji terorîstan rêbertiya operasyoneke serkeftî kiriye.

McGurk: "Hêzên YPGê piştî ku perwerdeya xwe qedandin wê vegerin rojhilatê Firatê" Brett McGurk li ser rewşa şerê dijî DAIŞê nûnerên 68 welatên hevpeyman re axivî û li ser gotara wî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, McGurk agahiyên li ser operasyonan bi endamên hevpeymana dijî DAIŞê re parve kirine ku diyar kiriye, çûnûhatina DAIŞîyan di sînorên welatên hevsînor de bi rêjeyeke mezin kêm bûye. '

McGurk herwiha behsa paqijkirina ji terorîstan a 98 kîlometreyan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve kiriye û gotiye, ‘Çend meh berê Minbic a ku bûbû hêlîna terorîstan ji destê DAIŞê hat rizgar kirin. Tirkiyê rêbertiyeke serkeftî ji bo paqijkirina qadeke 98 kîlometran kir.'