Artêşa Tirkiyê: Du serbazên me li Sûriyê wenda bûne

Artêşa Tirkiyê: Du serbazên me li Sûriyê wenda bûne

Rojava News: Artêşa Tirkiyê piştrast kir ku 2 serbazên wan li nêzîkî bajarê Babê yê Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

DAIŞê vê êvarê ragihandibû ku 2 serbazên Tirkiyê li gundekî bajarê Babê yê Sûriyê bi saxî ketine destê wan.

Artêşa Tirkiyê jî ew bûyer piştrast kir û ragihand, têkiliya artêşê bi 2 serbazên wan ên ku li nêzîkî Babê bûn, re nemaye.

Li gorî agahiyên artêşa Tirkiyê, ew du serbaz doh 30 11 2016 derdora 15:30 wenda bûne.

Hêzên Tirkiyê di çarçoveya operasyona Mertala Firat de derbasî nav xaka Sûriyê bûne.