Serokê Ehrar-uş Şamê hat guhartin!

Serokê Ehrar-uş Şamê hat guhartin!

11:59:17

 

Rojava News: Hat ragihandin ku Serokê Rêxistina Ehrar-uş Şamê guherî û Elî Omerê bi leqeb Ebû Ammar bû serokê nû yê rêxistinê.

Rêxistina Ehrar-uş Şamê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ji ber ku dema serokatiya Muhenned El Misrî qediya û di encama îstîşareyan de Elî Omer (Ebû Ammar) bû serokê rêxistinê yê nû.

Rêxistinê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji bo ked dayîna tevgerê spasiya El Misrî kir û ji bo serokê nû Omer jî serkeftin xwest.

Elî Omer (Ebû Ammar) ji Taftanaza bajarê Idlibê bû û cîgirtiya Muhenned El Misrî dikir.

Ji aliyê din ve li gorî Charles Listerê ji Enstîtûya Rojhilata Navîn ku navenda wê li Washîngtonê ye ragihand ku Ehrar-uş Şamê ji bo ku di nava rêxistinê de nêrînên cûda rake Elî Omer wezîfedar kir.