00:02:58
Rojava News. Li nêzîkî bajarê Babê yê Sûriyê, çekdarên DAIŞê li serbazên Tirkiyê dan, komek serbaz birîndar bûn.
Her ku diçe operasyona “Mertala Firatê”, ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tê kirin, zehmettir dibe.
Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê niha li nêzîkî bajarê Babê yê Sûriyê bûne û dixwazin wî bajarê ji DAIŞê bistînin lê DAIŞ li ber xwe dide.
Çekdarên DAIŞê vê êvarê bi topan li serbazên Tirkiyê dan û herî kêm 5 serbaz birîndar bûn.
Duh jî 2 serbazên Tirkiyê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin, artêşa Tirkiyê jî bûyer piştrast kiribû.
