Rojava News: Komeke ji dijbereya Sûriyê ji bo hilweşandina rêveberiya Beşar Esad banga hevkariyê li rêveberiya Îsraîlê kir. Rêxistina bi navê Tevgera Halas Wetanî ku xwe wek opozîsyona dijî rêveberiya Beşar Esad dide naskirin bang li rêveberiya Îsraîlê kir ku ji bo hilweşandina hikûmeta Esad alîkariya wan bike.
Heta niha nayê zanîn bê ligel vê rêxistina ku xwe bi navê Tevgera Halas Wetanî dide naskirin kîjan hêzên din ên opozîsyona Sûriyê cî digirin.
Parêzerekî serkirdeyê dijbereya Sûriyê Firas Hecî Yahya jî li ser vê bangewaziyê got, ‘ev pêşniyar gelê Sûriyê girê nade û ev rêxistin bixwe nehatiye bihîstin ku di siyasetê de ti serpêhatiyeke wan nîne.
Tenê bi vê pêşniyarê derketin holê.' Yahya herwiha bal kişand ser ku gelê Sûriyê di şerê Ereb-Îsraîlê de piştevaniya Filîstînê dike û xîyanetê li wan nake.
Koma bi navê Halas Wetanî ya Sûriyeyî di vîdyoyeke ku belav kiribû de, Îsraîliyê bi nasnavê Fahd Misrî (Leoparê Misrê) nîşan dabû û daxwaz ji hemû welatên Rojhilata Navîn kiribû ku digel Neteweyên Yekgirtî (NY) deshilatiya Beşar Esad hilweşînin.
