Rêjîmê xalên nû li Helebê kontrol kirin

Rêjîmê xalên nû li Helebê kontrol kirin

3:47:37 PM

RojavaNews: Hêzên Rêjîmê bi alîkariya Hêzên Îranî taxên bajarê Helebê kontirol kirin.

Hêzên Rêjîmê taxên (Terîq El-Bab, û Kerim El-Terab) û parçeyên ji taxa Cezmatî topbaran kirin.

Di heman mijarî de balafirek Rêjîmê li ser taxên Helebê yê rojhelat rûxiya, di encama çewtiyek teknîkî.

Ji aliyê xwe ve balafirên Rûsî taxên bajarokê Orim El-Kubra li gundewarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de zarok û jinek hate kuştin.

Herweha Hêzên Rikberiya Sûrî bi avêjokên topa giran bargehên HSDê li rojavayê bajarê Babê armenc kirin.