Li Helebê firoka şer hat xistin

Li Helebê firoka şer hat xistin

 

Rojava News: Hat îdiakirin hêzên tundraw ên çekdar li bajarê Helebê firokeyeke artêşa Sûriyê xistine û pilotên firokeyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor nûçeya Al Mayadeen a Lubnanî, li Helebê ji aliyê hêzên dijbereyê ve balafireke artêşa Sûriyê hat xistin û pîlotên jî mirine.

Hat gotin ku firoje li nêzîk firokexaneya Helebê hatiye xistin.

Ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hêj ti daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn.

Artêşa Sûriyeyê meha borî li hember komên çekdar ên li rojhilatê Helebê operasyoneke berfireh dabû destpêkirina.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura beriya çend rojan ragihandibû komên çekdar ji sedî 40 herêm kontro dikir ji dest dane.