11:10:04
Rojava News: Pisporên tunekirina bombeyan ên rûs gihiştin Baregeha Hmeymimê ya Lazqiyê ku wê mayinên li rojhilatê bajarê Helebê yê ji destê milîtanan derxistine paqij bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê de hatiye gotin ku pisporên tunekirina bombeyê li rojhilatê Helebê yê ji destê milîtanan hatiye derxistin, di demeke kurt de wê dest bi xebata paqijkirinê bikin.
