Ji bo avakirina Sûriyê Banka Navdewletî milyarek dolar terxan dike!

Ji bo avakirina Sûriyê Banka Navdewletî milyarek dolar terxan dike!

11:31:13

 

Rojava News: Serokê Banka Navdewletî Axel Van Trotsenburg ragihand ku Banka Navdewletî dê milyarek dolar ji bo avakirina Sûriyê terxan bike.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya el-Şerq el-Ewset, Axel Van Trotsenburg da zanîn ku li gorî planên Banka Navdewletî, tê pêşbînîkirin ku Saziya Navdewletî ya Geşepêdanê, ser bi Banka Navdewletî ve, milyarek dolar ji bo avakirina Sûriyê terxan bike.

Cîgirê serokê Banka Navdewltî diyar kir ku ev alîkarî ji bo avakirina Sûriyê dê piştî cîgîrbûna Aştiyê li Sûriyê were pêşkêşkirin.

Di encama şerê navxwe yê Sûriyê de ku ev bêhtirî 5 salan e berdewam dike, beşekî mezin ji bajarên Sûriyê bi temamî wêran bûne û beşekî mezin jî ji jêrxaneya wî welatî têk çûye.

Trotsenburg eşkere kir ku dê alîkariyên Saziya Navdewletî ya Geşepêdanê ji bo sala 2018an bighêjin 75 milyar dolar û dê 77 dewlet ji wê alîkariyê sûdê werbigrin.