Pêşniyara NY ya agirbesta Helebê hat veto kirin

Pêşniyara NY ya agirbesta Helebê hat veto kirin

 

Rojava News: Pêşnîyara Komîsyona Neteweyên Yekgirtî ya Ewlekariyê ku daxwaza bi maweya hefteyekê bo Helebê kiribû ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat vetokirin. Komîsyona Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) pêşniyar kiribû ku ji bo Helebê agirbesta 7 rojan were ragihandin da ku alîkariyên mirovî bigihînin xelkê deverê.

Hat ragihandin ku pêşniyara NYyê di roja duşemê de ku bi taybet ji bo vê mijarê hatibû kombûn, ji 5 endamên daîmî 2yan anku Çîn û Rûsyayê pêşniyar veto kiriye.

Pêşniyara agirbestê ji aliyê dewletên Îspanya, Misir û New Zelandê ve hatibû amadekirin û ji bo NYyê hatibû pêşkeşkirin. Di dengdana pêşniyara agirbestê de Çîn û Rûsyayê mafê vetoyê bikar anîn, Angola belayan ma û 11 dewletên din ên endam jî dengê erê dan pêşniyarê.

Konseya Ewlekariyê ji 15 endaman pêk tê û tevî erêkirina endamên daîmî ji bo qebûlkirina pêşniyareke pêwîstî bi 9 dengên erê heye.