Rojava News: Cîgirê Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Dmitriy Bulgakov got ji destpêka operasyonan, ku di Îlona 2015a de destpêkiribûn, û vir ve ji bo yekîneyên Rûsî yên li Sûriyeyê zêdetirî 710 hezar ton kelûpelên leşkerî hatine şandin û anî ziman ku şert û mercên li baregehên Hmeymîm û Tertûsê hatine başkirin.
Bulgakov ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku di nava wan kelûpelên leşkerî de moşek, muhîmat, sotemenî, zad û kelûpelên din hene. Bulgakov derbirî ku ji bo şandina kelûpelên pêwîst ên ji bo yekîneyên Rûsî Hêzên Artêşa Rûsyayê û şîrketên bazirganiyê pergaleke lojîstîk a bêhempa bipêş xistin.
Rayedarê Rûsî li gel vê yekê da zanîn ku di sala 2016a de li Baregeha Hmeymîmê 3 xwaringeh hatin vekirin û îstasyoneke ku di heman demê de sotemeniyê dide 20 balafiran hat avakirin. Bulgakov dest nîşan kir ku ji bo balafirên kargoyê peronek û qadeke helîkopteran, 2 serşok, depoyê kelûpelan, depoyê zadan û depoyê cemidandinê hat avakirin.
Ji aliyê din ve Bulgakov anî ziman ku li Tertûsê li baregeha hêzên deryayî ji bo bicihkirina pergala parastina hewayî ya S-300î kampuseke leşkerî hat avakirin. Rûsya li Sûriyeyê di 30ê Îlona 2015a de li ser daxwaza Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad dest bi operasyonan kiribû.
Li ser fermana Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hinek yekîneyên Rûsî ji meha adarê şûnde ji Sûriyeyê veqetiyabû. Moskovayê di meha mijdarê de bi pêşengtiya keştiya balafiran a Amîral Kuznetsevê komeke şerê deryayê şandibû peravên Sûrîyeyê û ji nû ve dest bi lêdana sengerên terorîstên Sûriyeyê kiribû.
