Rojava News: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Ban Ki-mun êrîşa ser nexweşxaneya Rûsî ya li Helebê ku 2 karmendan tê de can dabû şermezar kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric di kombûna rojnamevanî de daxuyakirin, "Sekreterê Giştî bêyî ku kîjan grub û hêzê ew êrîş kiriye bipirse, nûçeyên êrîşa ser nexweşxaneya seyar a Rûsî ku li rojavaya Helebê ye şermezar dike."
Li gor nûçeyan milîtanên opozîsyona Sûriyê doh duşemê li demjimêr 12.21-12.30 êrîş biribûn ser nexweşxaneya girêdayî Wezareta Berevaniya Rûsyayê û 2 doktoran jiyana xwe ji dest dabû, doktorek jî bi giranî birîndar bûbû. Herwiha hatibû ragihandin ku kesên sivîl jî di wê êrîşê de birîndar bûne.
Doktorên Rûsî dest bi alîkariyên pizîşkî kiribûn li taxên ku ji destê komên muxalîf hatine standin. Di nexweşxaneya navborî de, beşên dermankirina zarokan, neştergerî, jûra lênêrîna giran, laboratuar û rontgen heye.
