Li Idlibê bombebarana giran a balafirên Sûriyê

Li Idlibê bombebarana giran a balafirên Sûriyê

 

Rojava News: Balafirên şer ên Sûriyê û Rûsya êrişî 2 navçeyên Idlibê kirin û di encamê de nêzîkî 50 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Îro navçeyên Has, Kefir Sicnê, Korîn û Ehsem li parêzgeha Idlibê ji aliyê balafirên şer hatin bombebarankirin.

Di encamê de li Kefir Sicnê nêzîkî 10 kes hatin kuştin, û zêdetirî 20 kesên din jî birîndar bûn.

Herwisa li bajarokê Has jî 2 jin hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Li bajarokê Korîn, zarokê bi navê Qemer Xinêmî jî, ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe jidest da.

Di heman demê de jî bajarokê Ehsem yê girêdayê Cebel Zawiyê û her dû bajarokê Hezano û Maaret Neisan hatin bombebarankirin.

Ji aliyê xwe ve jî Rêveberiya Perwerdeyê ya parêzgeha Idlibê biryar da, ku deriyê dibistanan ji bo hefteyekê bêne girtin, ew jî ji tirsa êrîşên balafirên şer û bi mebesta parastina jiyana xwandekaran.