12:40:47
Rojava News: Li herêma El Babê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê yên di çarçoveya Mertala Firatê de beşdarî operasyonan bûne hatin kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.
Li gor agahiyan leşkerên artêşa Tirkiyê ku tevlî Operasyona Mertalê Firatê bibûn û li herêma El Babê rastî êrişê hatin û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji bo dermankirinê veguhestin Nexweşxaneya Sepan û Lêkolînan a Şahinbey li Dîlokê.
Ji leşkerên birîndar 2yan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Operasyona Mertala Feratê bi destê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK ) û hêzên Artêşa Sûriya Azad ve di 24ê tebaxê de li Cerablûsa navçeya Heleba Sûriyeyê hatibû destpêkirin.
