Li Helebê Şêwirmendê rûsî hate kuştin!

Li Helebê Şêwirmendê rûsî hate kuştin!

12:44:39

 

Rojava News: Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku li bajarê Helebê yê Sûriyê leşkerekî wan ê şêwirmend jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê de hat gotin ku şêwirmendê leşkerî Ruslan Galitskiy li taxên rojavayê Helebê rastî êrişa çekdarî ya dijbereya hatiye û bi giranî birîndar bû.

Ruslan Galitskiy ji bo derman kirine rakirin nexweşxaneyê lê digel midexalyan jî ji mirine xilas nebû.

Li gorî daxuyaniyê Albay Ruslan Galîtskiy endamê tîma leşkerên şêwirmend ê rûsî bû û li Sûriyê erkdar bû.