13:07:53
Rojava News: Tê gotin ku artêşa Sûriyê taxên kevin ên bajarê Helebê, ku wek “Heleba Kevin” jî tê nasîn, ji destê hêzên opozîsyonê derxistiye û çekdarên opozîsyonê teslîmî artêşa Sûriyê dibin.
Ajansa Rûsî ya Sputînk ragihandiye ku artêşa Sûriyê piştî şerekî giran kariye pişka Heleba Kevin a bajarê Helebê ji desetê hêzên opozîsyonê derxîne.
Li gorî heman çavkaniyê, piştî wê bûyerê çekdarên opozîsyonê yên ku li Heleba Kevin şer dikirin, alaya Sûriyê hildane û teslîmî artêşa Sûriyê bûne.
Hat gotin ku ew çekdarên ku teslîmî artêşa Sûriyê bûne, hemû endamên koma bi navê Feth bûne.
Di çend rojên dawiyê de artêşa Sûriyê di eniya Helebê de gelekî pêşde çûye. Di şerê Helebê de, pasdarên Îran û Hizbullaha Libnanê û Heşda Şeibî y Iraqî jî alîkariyê didin hêzên Beşar Esed.
