Rojava News: Artêşa Sûriyê ragehand doh ber avarî, Îsraîlê balefirxaneya Mezê ya Leşkerî topbaran kir, di encamê de li cihê roketan şaweteke mezin rûda, lê ti zerarên giyanî pêknehatin.
Derbarê wê êrîşê de Ajansa fermî ya nûçeyan SANA yê ku ser bi rejîma Sûriyê ve ye, di nûçeyekê de ragehand, Îsraîl ji bo morala grûbên çekdar piştî têkçûna wan li Helebê bilind bike roketan davêje balefirxaneya Mezê ya Leşkerî li Şamê.
Li gor ajansa SANA ew cihê roket lê ketine rastî şewateke mezin bû, lê ti ziyanên giyanî nebûn. Di 30 meha borî de jî Îsraîlê êrîşî navçeya Sebûra ya derdora Şamê kiribû û du roket avêtibûne wê deverê.
