11:32:09
Rojava News: Di çarçoveya operasyona rigarkirina bajarê Reqayê qonaxa duyem a operasyonê Hêzên Sûriyê yê Demokratîk(HSD) 5 gundên din ji destê DAIŞê rizgarkirin.
Derbarê rizgarkirina wan gumdan odeya operasyona Xezeba Feratê daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, gundên Paştoka, El-Şîriyê, Tûlkabidalîka, Rahinbaz û Gidoşa ji destê çekdarên DaiŞê hatin rizgarkirin.
Li gor daxuyaniya odeya operasyonê di heman mihwerê 15 çekdarên DAIŞê hatin êxsîrkirin, herwiha çendîn çekdar jî hatin kuştin.
Di 5ê Teşrîna duyem sala 2016an operasyona rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD)hate rizgarkirin.
