Rûsya: "Ji Helebê di nava 24 seetên dawî de 13 hezar sivîl hatin tahliyekirin"

Rûsya: "Ji Helebê di nava 24 seetên dawî de 13 hezar sivîl hatin tahliyekirin"

12:44:39

 

Rojava News: Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêmên rojhilatê Helebê di nava 24 seetên dawî 13 hezar sivîl hatin tahliye kirin.

Li gorî daxuyaniya wezareta rûsî, 5 hezar û 831 jê zarok bi tevahî 13 hezar û 346 sivîl ji herêmên rojhilatê Helebê ku di bin kontrola milîtanên terorîst debûn hatin tahliyekirin.

Herwiha li gorî zanyariyên berdest, di nava 24 seetên dawî de 78 milîtanên terorîst çek danîn û teslîmî hêzên ewlehî bûn. Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya wezaretê, pisporên leşkerî yên rûsî li taxên rojhilatê Helebê qadeke bi berfirahiya 7 hektaran ji mayîn û teqemeniyên destçêkirî hat paqijkirin.

Di nava qada ku paqijiya mayîn û teqemeniyan hatiye kirin de camî, dibistan û rêyên sereke yên herêmê jî cih digirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ya duhî, ji roja ku operasyona rizgarkirina Helebê hatiye destpêkirin ji taxên rojhilatê bajêr bi tevahî 78 hezar sivîl hatine tahliye kirin û zêdetirî hezar û 324 milîtanî jî çek danîne û teslîmê hêzên ewlehî bûne.