Li El Babê 4 leşkerên tirk birîndar bûn

Li El Babê 4 leşkerên tirk birîndar bûn

23:05:40

 

Rojava News: Hate ragihandin ku 4 leşkerên tirk di operasyona Mertala Firatê de ku Tirkiye li Sûriyeyê pêk tîne, birîndar bûne. Leşkerên birîndar li nexweşxaneyê bajarên Dîlok û Kilisê tên dermankirin.

4 leşkerên tirk li herêma El Babê di çerçoveya Operasyona Mertala Firatê ku 111 rojên ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê pêk tê, birîndar bûn. Leşkerên birîndar ji ser sînor bi ambûlansan 2ê wan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê, yên din jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Şahinbeyê ya li Dîlokê.

Hate diyarkirin ku leşkerên birîndar li beşa lezgîn tên dermankirin û rewşan wan jî baş e.