Heleb: Çekdarên Dijbereya Suriyê çekên xwe danîn teslîm bûn

Heleb: Çekdarên Dijbereya Suriyê çekên xwe danîn teslîm bûn

11:29:55

 

Rojava News: Navenda Himeimemê di daxuyaniyekê de ragihand, 375 çekdarên Dijbereya Sûriyê çekên xwe danîn û ji Helebê derketin.

Operasyona Artêşa Sûriyê li aliyê rojhilatê Helebê bi piştgiriya leşkerî ya Rûsya û Îranê berdewam dike. 

Di berdewamiya şer de, duh duşemî Artêşa Sûriyê ragihandibû, ku nêzîkî %98ê bajarê Helebê ji aliyê hêzên sûrî ve hatiye kontrolkirin.

Ji aliyekê din ve Navenda Kordînasyona Rûsya bo çavdêrîkirina rewşa şer li Sûriyê ya li Firokexaneya Serbazî ya Himeimemê jî di daxuyaniyekê de ragihand, ku çekdarên Dijbereya Sûriyê yên li rojhilatê Helebê çekên xwe didanin û teslîm dibin.

Li gorî daxuyaniya vê navendê, herî dawî 375 çekdarên Dijbereya Sûriyê ku li taxên rojhialtê Helebê şer dikirin, çekên xwe danîn û ji rojhilatê Helebê derketin. 

Herwiha heman navendê da xuyakirin, ku di 24 saetên dawîn de 8 hezar welatiyên sivîl ji taxên rojhilatê Helebê hatine derxistin û bo cihên ewleh hatine veguhastin, ku 5 hezar kes ji wan zarok in.

Artêşa Sûriyê operasyona xwe bo kontrolkirina tevahiya bajarê Helebê didomîne. Herî dawîn Artêşa Sûriyê ragihandibû, ku %98ê taxên rojhilatê Helebê yên di bin destê çekdarên dijbereyê de kontrol kiriye.

Li gorî artêşê, di demên dawîn de hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve taxên Salihî û Kelasî kontrol kirine. Çend roj berî niha jî taxên Şêx Şeidî, Kerem Eldede, Firdews û Asîle ketibûn bin destê hêzên hikûmeta Sûriyê.

Bi kontrolkirina Helebê ji aliyê Artêşa Sûriyê, hevsengiya (balansa) hêzê di navbera dijbere û hikûmetê de diguhere û pêgeha Şamê û rêveberiya Beşar Esed bihêztir di

Ji ber şerê wê dawiyê yê li Helebê, herî kêm 130 hezar kes koçber bûne.