11:33:54
Rojava News: Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş piştî civîna Desteya Wezîran a bi seroktiya Serokwezîr Bînalî Yildirim bi civîneke rojnamevanî li ser babetên rojevê daxuyanî dan.
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Kurtulmuş di civîna rojnamevanî de ragihand ku komên muxalîf bi hevkariya artêşa Tirkiyê bajarê Sûriyê El Bab dorpêç kirine û gihîştine qonaxa dawî.
Kurtulmuş got, ‘Bajar hatiye dorpêçkirin û amadekariya derba bidawîkirina operasyonê tê kirin. Hêvî dikim dê di demeke kin de beşa operasyonê ya eleqedarî El Babê bi dawî bibe.'
