11:46:44
Rojava News: Hêzên Sûrya Demokratîk gundê el-Şitriye li eniya Rojavayê Reqayê ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.
Di çarçoveya qonaxa duyem a operasyona Hêrsa Feratê de, hêzên HSDê gundê el-Şitriye ku 8 kîlometroyan ji eniya el-Qadiriye dûr e, kontrol kirin.
Fermandariya Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD), roja şemiyê 10ê vê mehê, destpêkirina qonaxa duyem a operasyona Hêrsa Feratê ragihandibû.
Li gorî HSD, armanca qonaxa duyem, kontrolkirina gundewarên rojavayê Reqqayê ye.
Di heman demê de, Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê Ashton Carter jî ragihandibû ku Serokê Amerîkayê Barack Obama biryar daye ku 200 serbazên din bişîne Sûriyê da ku alîkarî bidin hêzên li dijî DAIŞê şer dikin.
