13:42:14
Rojava News: Di çarçoveya operasyona Xezeba Firatê de şervanên HSDê gundê Xerbet Ceheşê kontrol kirin. Li vî gundî êrîşeke xwukejî ya DAIŞiyan di nava sivilan de çêbû û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin.
Şervanên Xezeba Firatê di çarçoveya operasyona Xezeba Firatê de gundê 50 km dûrî Reqqayê ji destê DAIŞê derxistin. Di dema şerê ji bo kontrolkirina gund de 3 DAIŞî hatin kuştin.
Di vê navberê de DAIŞiyan li heman gundî malbateke sivîl dîl girtibûn. Di dema ku şervanên Xezeba Firatê xwestin vê malbatê rizgar bikin, DAİŞiyan bombeyên li ser xwe teqandin.
Di encama vê bûyerê de ji heman malbatê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 sivîl jî birîndar bûn.
