13:45:03
Rojava News: Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand bûyerên ku li Helebê diqewimin û êrişên bajarê Palmîrayê bi hev ve girêdayî ne. Bersiva pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya Helebê didin.
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand bûyerên ku li Helebê diqewimin û êrişên bajarê Palmîrayê bi hev ve girêdayî ne.
Bersiva pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya Helebê didin. Dixwazin serkeftina Helebê wê wate nîşan bidin.
Xwestin berê artêşê bidin bajarê Palmîrayê û ji Helebê dûr bixin, lê bi ser neketin. Beşar Esad di hevpeyvîna xwe Russia Todayê (RT) de got: "Wekî mînaka Helebê divê em daxuyaniyên dewletên rojavayî baş bixwînin. Wiha xuya dike ku dewletên rojavayî ne sivîlan dixwazin terorîstan biparêzin.
Esad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke hikûmetê bajarê Palmîrayê bi dest bixista ji bo mirata çandî wê biketa nava endişeyan.
Dema em Helebê jî ji terorîstan rizgar bikin berpirsên rojavayî û medya sereke wê ji bo sivîlan têkeve metirsiyê. Lê kuştina sivîlan bi destê terorîst û muxalifan an jî êrişa Palmîrayê wan metirsîdar nake.Bersiva pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya Helebê didin. Dixwazin serkeftina Helebê bê wate nîşan bidin.
Xwestin berê artêşê bidin Palmîrayê ji bo ku ji Helebê dûr bikeve, lê bi ser neketin." Esad di dawiya axaftina xwe de got: "Di siyasetê de xwendina rêzên naverokê girîng e. Pirsên ku dikin ne girîng in. Daxuyaniya wan ev e: Rûsya, ji kerema xwe pêşveçûna artêşa Sûriyeyê rawestîne. Wateya sereke ya daxuyaniyan wan ev e, ya mayî vala ye. Dibêjin hûn terorîstan têk dibin û peşve diçin, divê ev ne wiha bûna, divê tu ji sûriyeyîyan re bêje bila vê pêşveçûnê rawestîne. Ew dixwazin terorîst hebûna xwe dewqam bikin û wan biparêzin."
