13:49:48
Rojava News: Aliyê rojhilat ê bajarê Helebê bi temamî ket destê hêzên rêjîma Sûriyê. Rûsya jî dibêje, li bajêr agirbest hatiye ragihandin û bi hezaran sivîl û çekdarên opozîsyonê ji bajêr derketine.
Şeva borî hêzên rêjîma Sûriyê bi alîkariya pasdarên Îranê û Hizbullaha Libnanê û piştevaniya balafirên Rûsyayê, karîn aliyê rojhilatê Helebê bi temamî ji destê çekdarên opozîsyona Sûriyê derxînin.
Piştî wê bûyerê, nûnerê Rûsya li NY Vîtalî Çurkîn ragihand, li Helebê agirbest hatiye ragihandin û derdora 6 hezar sivîl û 366 çekdarên opozîsyonê ji Helebê derketine.
Hat gotin ku wan çekdaran, çekên xwe danîne û ji bajêr derketine.
